المجلس الوطني الكوردي في سوريا

76ê Sal li ser jidayîkbûna serok Mesûd Barzanî re derbas dibe …

0 59

 

Kurte jiyana serok Mesûd Barzanî..

 

Mesûd Barzanî di 16ê Tebaxa “1946”an de, li Mehabadê li kurdistana Îranê, li jêr alaya kurdistanê û li roja damezrandina partiya Demokrata kurdistanê ji dayik bûye.

Serok Mesûd Barzanî bi sedema karê siyasî û peywendiya wî bi şoreşa Îlonê ve xwendina xwe ya navendî temam nakir, û bi temenê” 16″ salî di sala “1962”an de, çek hilgirt û tevlî rêza pêşmergeyên kurdistanê bû, û roleke berbiçav hebû di beşdarbûna wî di şoreşên kurdî de, ku di” 11ê Îlona” 1961″ê de, bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala” 1975″ ev şoreş berdewam bûn, û Serok “Mesûd Barzanî “piştgîriya bavê xwe kir û tevlî karê siyasî bû. Serok” Mesûd Barzanî ” di temenê “bîst “salî de bi awayekî rêk û pêk têkilî Karûbarê siyasî bûye, û di sala” 1970″ ê de, beşdarî wê tîma kurdî bûye ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Îraqê, li ser rêkeftina Otonomî kiriya.

Di sala”1971″ ê de, Serok “Mesûd Barzanî ” li dema sazkirina kongreya “Heşta ” ya partiya Demokrata kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendî ya partiyê hatiya hilbijartin, û paşî bûye endamê ofîsa Siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî xist stûyê xwe de.

Û herwiha di kongreya “12”ê ya partiya Demokrata kurdistanê di sala” 1999″an de, Serok” Mesûd Barzanî ” ji bo seroktîya partiya Demokrata kurdistanê careke din hat hilbijartin.

” Mesûd Barzanî ” di salên 90  de, beşdarî çendîn kongir û civînên navdewlatî bûye.

Wekî, civînên “Waşhinton” di sala “1992 “an de, û paşî li kongreya londonê ya Îlonê sala” 2000″ û kongreya Selah eldîn a Sibata “2003”,. Serok “Mesûd Barzanî ” Di” 12″ hezîrana “2005” an de wekî yekemîn serokê herêma kurdistanê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Îraqê het hilbijartin.

Û herwiha Serok “Barzanî ” di hilbijartinên roja “25” ê Tîrmeha “2009” an bi rêjeya” heftê ji sedî , deng bi destxist û bi awayekî raste rast ji aliyê gelê kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma kurdistanê hate hilbijartin û li roja “20” ê Tebaxa “2009” an, li beramberî Parlemena kurdistanê sonda yasayî xwar. Û herwiha di vê derbarê de ku Barzanî ji hoza xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurdî dana, ku rêjîma Îraqê “sê” birayê “Mesûd “Barzanî teror kirin li gel Wan” 8000″ hezar barzaniyên ku ji aliyê rêjîma “Bes”ve, di sala” 1983″ an de hatin enfalkirin Mesûd Barzanî xwe di çendîn hewldanên terorê bûye, bi taybetî hewldana teror kirina li “Vîyana “Paytexta” Nemsayê” di” 8″ çileya sala “1979” an de.

 

Di dawiyê de Mesûd Barzanî wekî serokê herêmê li çendîn welatan bi serdanên fermî kiriya û çendîn serokê welat û serok wezîrê van welatan dîtiye, û axiftina wî bi zimanên ( kurdî û erebî û farisî û îngilîzî, hebû, û ew şeydayê xwendinê bû bi taybetî xwendina pirtokên dîrokî û Siyasî.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.