المجلس الوطني الكوردي في سوريا

45 Sal Li Ser Koçbarkirina Mîr Kamîran Bedirxan re Derbas Dibe…  

0 208

Ronahiyek ser Jiyana Mîr Kamîran Bedirxan Mîrê Rojnamegeriya Kurdî …

Mîr Kamîran Bedirxan di roja” 12 ê ” Tebaxa “1895”an de, li Îstenbolê jidayîkbûye, û di sala 1919an de bi birayê xwe re mîr Celadet Bedirxan, Ekrem Cemîl, Hac Tewfîq, Mêcer Newêl, ji bo Kar û xebatên polîtîk hatin kurdistanê, ji bo daxwazên gelê kurd û çareseriya kêşeya kurd berî ku peymana sîverê were kirin.

 

Û herwiha di sala 1923an de, piştî ku Mustefa Kemal derbasî Îstanbolê bû, fermana bi darvekirina Mîr Kamîran Bedirxan derxist,

 

ji ber vê fermanê ew û birayê xwe Celadet reviyan Elmaniya û li wir Mîr Kamîran xwendina xwe di başê mafnasî de temam dike,

 

Di sala” 1927″ an de, Mîr Kamîran vegeriya rojhilata navîn û di gel birayê xwe Celadet beşdarî di avakirina Komela Xoybûnê de xebat kirin ku alîkariya serhildana Agirê bikin,

 

lê mixabin ew serhildan di şer de têk diçe, Û piştre li Beyrûtê nivîsingehek parêzeriyê vedike û di heman demê de, bi birayê xwe mîr Celadet re li ser Elafbeya kurdî xebat kirin di warê rewşenbîrî û ferhengî yên din bi hejmarek kesên naskirî re kar kir mîna, Cegerxwîn, Ehmedê Xanê, Osman Sebrî, û di kovara “HAWAR ” û “RONAHÎ ” nivîsandin .

 

Û ji rexekî dî ve, di şerê cîhanî yê duyemîn de, Mîr Kamîran jî wek birayê xwe mîr Celadet li Beyrûtê, dest bi karê rojnamevaniyê dike û di sala “1943” an de, kovarekê bi navê Roja Nû, bi du zimanan kurdî û fransî, diweşîne,.

 

Di sala “1947” an de, Beyrûtê li paş xwe dihêle û diçe Parîsê, wek mamoste di zanîngeha sorbûnê dixebite , di beşê zimanên rojhilatê .

 

di sala “1947” an de, li Parîsê bi cîh dibe, û navenda xwendina kurdî vedike û dest bi karê nivîsandin û çapkirina belavokan, di derbarê gelê kurd û kurdistanê de .

 

Û di sala “1961 ” an de, tevlî Kar û xebatên xwe dike di bin xizmeta şoreşa kurdî ya ku bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî destpêkiribû.

 

Di sala “1970 ” an de Mîr Kamîran Bedirxan, diçe kurdistanê û têkilî pêşmergeyan dike û jiyana wan ji nizîk ve dibîne, û herwiha berî koça dawî bike careke din diçe kurdistanê û nemir Mela Mistefa Barzanî bi germî pêşwaziya wî dike û rola wî gelekî bilind dinirxîne.

 

Û di roja 4/12/1978 an de, Mîr Kamîran Bedirxan, li Nexweşxaneya St Paul li Parîsê koça dawî kir.

 

tê zanîn ku Mîr Kamîran Bedirxan ji bilî zimanê wî yê dayîkê yê kurdî ew bi zimanê Frensî , Erebî, Tirkî, Farsî, jî zanîbû, û “26”‘ pirtûkên wî hetibûn çabkirin…

Ragihandina ENK_Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.