المجلس الوطني الكوردي في سوريا

36 Sal ser koça dawî ya endeziyarê şoreşa kurdistanê ” Idrîs Barzanî” ve derbas dibe..

0 60

Endezyariyê kurdistanê û kesayetiyê niştîmanperwer û welatparêz “Îdrîs Barzanî”, ku di sala 1944an li gundê Barzan hatiye dinê  û 31ê Çileya 1987an jî li qezaya Sîlvana ya bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê çûye ber dilovaniya Xwedê.

 

” Idrîs Barzanî” Ji malbatek xebatker xwedî pirojeke Neteweyî  û oldarî û di dîrokê de tên nasîn xebata wan ji bo berevanî û azadiya gelê Kurd bû.

 

Herwiha Idrîs Barzanî, ji şagirtê dibistana rêbaza Barzaniyê namir a kurdayetiyê bû , Herwiha hemû temenê jiyana xwe yê kurt xistibû bin doza gelê Kurd re .

 

Û herwiha Li gor nivîsên Partiya Demokrata Kurdistanê, piştî vegera Mistefa Barzanî ji Sovyêtê û serîhildana şoreşa Îlonê di sala 1961an de, Îdrîs Barzanî ji Pêşmergeyên yekem bû ku pêwendî bi rêza şoreşê kir û çek hilgirt û mil bi milê Pêşmergeyan beşdarî di destana serkeftinên şoreşê de kir.

 

Idrîs Barzanî di şoreşê de çendîn serkeftinên mezin tomar kirin, ku di destana Çiyayê Hindirîn de di meha Gulana 1966an de encam da û tê de hêza Pêşmerge karîbû li hember firqe û lîwayên artêşa Iraqê serkeftinên mezin bidest bixe.

 

Piştî 9 salan ji Pêşmergayetiyê û beşdarbûna di şoreşa Îlonê de, di meha hizîrana 1970î de di kongreya 8emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê de, bo yekem car Idrîs Barzanî bû endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Idrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaza netewî de bi endezyarê li hevhatina niştimanî hate binavkirin û di heman demê di meydana siyasî ya Iraqî de wek kesayetiyekî diyar û bi bandor tê hejmartin.

 

31.1.1987an de, Idrîs Barzanî ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir. ji ber oxirkirina Idrîs Barzanî tevgera siyasî û xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê kesekî bi bandor û serkirdeyekî mezin û xwedî ezmûn ji dest da û li gundê Helecî yê ser bi Ormiyê hat veşartin.

 

Piştî raperîna Adara 1991ê û rizgarkirina beşekî mezin ji axa Kurdistanê di 6.11.1993ê de termên Nemir Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin û li devera Barzan hatin veşartin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.