المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ BANGA TEVDÎR Û ÇARESERIYAN JI BO RAWESTANDINA KOÇBERIYA KARMENDÊN TENDURISTIYÊ JI SÛRIYÊ BIKE.

0 107

RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ BANGA TEVDÎR Û ÇARESERIYAN JI BO RAWESTANDINA KOÇBERIYA KARMENDÊN TENDURISTIYÊ JI SÛRIYÊ BIKE.

 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê banga tevdîr û çareseriyan ji bo rawestandina koçberiya karmendên tenduristiyê ji Sûriyê bike

 

 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tekez kir ku sîstema tenduristiyê li Sûriyê wêran bûye, û divê kar ji bo dîtina çareyan û avêtina gavan ji bo rawestandina koçberiya karmendên pizîşkî ji Sûriyê bê kirin.

 

 

Li gorî ajansa Frans-Pres, Rêvebira Herêmî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Henan Belxî got ku tevahiya cîhanê pergala tenduristiyê ya wêrankirî li Sûriyê ji bîr kiriye, û divê hizireke nû û nûjen were afirandin ji bo rawestandina koçberiya personelên pizîşkî li derve.

 

Henan Belxî her wiha got, pêwîst e ji doktorên ciwan re ji karê pizîşkî bi şêweyê sedsala çaran di şert û mercên nebaş de, derfetek baştir bê dayîn û mûçeyên wan bên bilindkirin, ji ber ku ew mûçeyên pir kêm werdigirin, eger bikarin wan werbigirin.

 

 

Rayedara Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî piştrast kir ku dora nîvê hêza xebatkarên tenduristiyê li Sûriyê ji welat reviyane, ku tenê 65% ji nexweşxaneyan û 62% ji navendên tenduristiyê yên seretayî bi tevahî kar dikin, û ew rastî kêmbûna giran a derman û alavan.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.