المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ:BI BONEYA 63YEMÎN SALVEGERA ŞEWATA SÎNEMAYA AMÛDÊ SEMÎNARE HAT LI DARXISTIN.

0 138

 

Bi boneya şêst û sêyemîn salvegera komkujiya Sînemaya Amûdê, Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye, Rêxistina Amûdê.Semînarek bi navê /

Bandora komkujiyê û encamên wê li ser Amûdê û Kurdistana Sûriyê/ Li ofîsa partiyê li Amûdê di 14.11.2023an de semînarek hat li darxist.

 

 

Kesên ku amade bûn ji aliyê M. Xelîl Alûcî ve hatin pêşwazîkirin. Ji bo giyanê pakê şehîdên Sînemaya Amûdê û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi serkêşiya nemir Barzanî deqeyek rêz hat girtin.

 

Semînar ji aliyê Mamoste, Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî Mihemed Omer Şêxmûs û nivîskar Bedirxan Taclî ve hat pêşkêşkirin.

 

 

Endamê Emîndariya Giştî Mihemed Omer Şêxmûs axivî. Berî ku ez behsa şewata sînemayê bikim, ez bawerim nifşên piştî 1960 nizanin ev sînema çawa bû û ravekirina avahiyê da xuyakirin.

 

Sedema çûyîna xwendekaran ji bo sînemayê (hefteya bexşînê ji bo piştgirîkirina şoreşa Cezayîrê li dijî kolonyalîstên Fransî) Nirxa kertê 25 pîtên sûrî ye.

 

Ahing kirin çar car,cara yekem ji bo keçan, cara duyem û sêyem ji bo xwendekaran û cara çarem jî ji bo mêran bû…

 

Navê fîlmê ( Ruhê nîvê şevê) Piştî şewatê xelkê Amûdê .Navê fîlmê kirin

Tawana Nîvê şevê.Di şahiya duyemîn de û piştî firsendê demeke kurt agir bi sînemayê ket.

 

 

Nêzîkî 300 xwendekar bûn şehîdên şewatê, hin malbat hin zarok rizgar kirin, her malek şehîdek hebû.

 

Li bajêr wesayitên agirkujiyê tunbû, qeymeqam, qereqola Xeyala û ya bajêr li hemberî vê karesatê bi erkên xwe ranebûn.

 

Ewlehî û ewlekariya welatiyan ji aliyê rayedaran ve tê xwestin.Li ser sedema şewatê gelek gotegot tên kirin.

 

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê gelek hewl da ku rastiyê di derbarê vê karîsetê de bibîne.

 

Birîndar rakirin nexweşxaneya Qamişlo û klînîka Amûdê.

 

 

Dewletê 600 lîreyên Sûrî da her malbatek şehî.

Herwiha Nivîskar Bediraxan Tacilî jî axivî.

 

Peykerê şehîdan a hunermend Mehmûd Celal ji Îtalyayê.dikana wênekêşê Misrî

 

Di nivîseke xwe de li ser agirê Sînemaya Amûdê ya bi navê Amûdê Dişewite / tê de mamosteyê nemir Hesen Dirhî behsa tiştên ku wî ji gotinên wan kesên ku merasima bîranîna çil rojî ya şehîdan li dibistana Xezalî pêk anîne, dike. salek piştî vê karesatê Partiya Demokrat a Kurd salveger bi bîr anî.

 

Partiya Komunîst a Sûriyê piştî ku ji Waliyê Hesekê erê kir ji bo bîranîna vê salvegerê, pankart daliqand,û salveger bi bîr anî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.