المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KAMPANYA PARTÎ JI BO BELAVKIRINA AVA VEXWARINÊ LI HESEKÊ BI DAWÎ KIR.

0 283

Kampanya Partî Dîmuqratî Kurd li Sûrî ya ji bo belavkirina ava vexwarinê li Hesekê bi navê kampanya rêhevalê nemir Adil Silêman, 130 tank li hezar û 300 malbatan hatin belavkirin.

Nivîsgeha Alîkariya Mirovî ya Partî Dîmuqrata Kurd li Sûrî kampanya belavkirina ava vexwarinê li Hesekê bi dawî kir (Kampaniya rêhevalê nemir Adil Silêman Ebdela kurê Hesekê).

Herwiha kampanya belavkirinê hefteyekê li çend dever û derdora bajarê Hesekê berdewam kir

– Hejmara tankan 130

– Hejmara malbatên sûdmend bûne nêzîkî 1300 malbatî ye, bi rêjeya dagirtina depoyek bi pênc bermîlên avê her malbatek.

 

Herwiha ofîsa Nivîsgeha Alîkariya Mirovî ya Partî Dîmuqrata Kurd li Sûrî.

Spasiya hemû rêheval û kesên ku bi wan re bûne alîkar di serkeftina pêngavê de, ji bo sivikkirina barê gelê me yê li herêmên ku di encama qutkirin û windakirina avê ya bi mehan de rastî krîzê tên.

 

Jêder:Nivîsgeha Alîkariya Mirovî ya Partî Dîmuqrata Kurd li Sûrî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.