المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera duyemîn a koçbarkirina siyasetmedar û rewşenbîrê kurd prof: Kinyaz Ibrahîm…

0 195

Roja sêşemê 8ê Tebaxa 2023an,salvegera duyemîn a koçbarkirina Serokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Soviyeta berê û siyasetmedar û rewşenbîrê kurd prof: Kinyaz Îbrahîm ” ku di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneke bajarê Almata yê kazaxistanê ji sedema nexweşiya koronayê koça dawî kir…

 

Û hêjaya were gotin ku siyasetmedar û rewşenbîrê kurd ” Kinyaz Îbrahîm ” xwedan roleke berçav bû di kar û xebat û xizmeta gelê kurd de، û herwiha roleke giring di pêşxistina çanda kurdî de li Ermenistan û Kazakwelatê de lîstiye..

 

Û herwiha prof ”Kinyaz li Qazaxistanê serokatiya Fedresyona kurdên Kazakhstanê dikir,li wir tevî malbata xwe çûbû bajarê Almatayê,paytexta kevnar a komara Qazaxistanê..

 

Û Kinyaz Îbrahîm ” di sala 1947an li Ermenistanê ji dayîk bûye, û li welatê Sovyêtê xebata xwe berdewam dikir, û di 8ê Tebaxa 2021an, ji sedema nexweşiya koronayê di nexweşxaneyê de çû ber dilovaniya xwedê….

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.