المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA ROJAVAYÎ QAMIŞLO SERDANA OFÎSA YNKS KIR

0 252

Şandek ji encûmena Xwecihiya Rojavayî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve,roja pêncşemê 3ê Tebaxê ,serdana ofîsa yekîtiya Nivîskarên kurdistan Sûriya kirin bi boneya li darxistina kongirê sêyem ya YNKS ..

 

Û ev şanda Xwecihiyê ji aliyê serokê Xwecihiyê M,Mihemed Ayo û hejmarek ji endamên Xwecihiyê pêk hat..

 

Û ji aliyê serokê berê yê Yekitiyê M,Luqman Yûsif û M,Şemis Enter û M,Ebdulsemed Mehmûd ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û herwiha ji aliyê xwe ve şanda Xwecihiyê pîrozbahiyeke germ arasteyî Yekîtiyê kir û hêviya serkeftin di kar û xebata wan de xwest ..

 

Û hêjaya were gotin ku di 29ê Tîrmeha 2023an, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ,li Hola Efrîn li bajarê Qamişlo kongirê xwe yê sêyemîn li darxist…

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.