المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HELEB:CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN.

0 86

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) keçeke temen biçûk a ji bajarê Helebê revandin bi armanca tevlî refên partiyê bikin.

Li gorî Tora Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê, rêxistina Ciwanên Şoreşger keça 17 salî Robîn Ibrahîm Qaso ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê,di 7.6.2023,an de, dema ku ji kar vedigeriya, revand û birin navenda leşkerkirina zarokan.

Keç, Robîn Ibrahîm Qaso, di 2005 de ji dayik bûye û ji Aqîbê, li navçeya Şîrawa, li Efrînê, li Kurdistana Sûriyê, ye.

 

Herwiha toreyê tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk hîn binpêkirinên xwe yên li dijî sivîl û zarokan li deverên jêr kontrola xwe berdewam dikin, û zarokan digrin û diavêjin kampên tecnîdkirina zarokan.

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.