المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekem karwanê Heciyên Kurdistanê bi rêya bejahî ber bi Erebistana Siûdî bi rê ket

0 89

Roja Înê 9ê Hezîrana 2023an, yekem karwanê Heciyên Kurdistanê ji bo îbadeta Hecê bi rêya bejahiyê ber bi Erebistana Siûdî bi rê ketin, ku hejmara wan 690 kes in.

 

Heciyên Hewlêr û Duhokê, li deriyê Pirdê, heciyên Silêmanî û Helebce û Germiyanê jî diçin Kerkûkê û li wê derê digihîjin hev û ber bi başûrê Iraqê bi rê dikevin.

 

Li ser geştên asmanî yên heciyan, Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ji Wezareta Ewqafê re ragihandiye..

 

roja 12ê Hezîrana 2023an, yekem karwanê heciyan bi rêya asmanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Erebistana Siûdî geştê dikin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.