المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

0 73

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Şemiyê 25.2.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê M.Ilyas Hemo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir û li ser giyanên pakrewanên erdhejê bi taybet yên Efrîn û Cendêris rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Herwiha serokê xwecihiyê pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de.Û tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê geşedanên navdewletî û herêmî û rêyên rewşa Sûriyê bi giştî, gotûbêj kir.

 

Herwih mekanîzmayên vejandina helkeft û bûyerên meha Adarê ji aliyê endamên xwecihiyê ve hatin nîqaşkirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.