المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Domîz a PDK-Sê serdana malbata pakrewan “Nêçîrvan Eta Mihemed” kir….

0 82

Şandek ji Rêxistina Domîz bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya , serdana malbata pakrewan ” Nêçîrvan Eta Mihemed, kirin..

Û herwiha ev şanda PDK-Sê, bi serokatiya M,Hacî Kalo ” endamê komîteya navendî û berpirsê Rêxistina Domîz û hejmarek ji endamên komîteya herêmî pêk hat…

 

Û Di derbarê vê serdanê de M,Hacî Kalo” gotinek pêşkêşkir û têde bi awayekî berfereh behsa rola pêşmergeyan di şerê rûbirûbûna Rêxistinên terorîst ên Daîşê de kir û berevaniya wan di ber xaka kurdistanê de ji bo sînor û miletê kurd biparêzin …

 

ku di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê li gundê wanikê yê bi ser qezaya Til Kêf li Eskê Mûslê li Herêma kurdistanê de jiyana xwe ji dest da …

 

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” ” Nêçîrvan Eta Mihemed”….

– Nav : Nêçîrvan Eta Mihemed

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê: Girkê Legê

– Dîroka şehîdbûnê: 21/1/2015 Eskê Mûsilê.

 

Û tê zanîn ku şehîdê pêşmerge ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” ji daykbûna sala 1992 an li bajarê Girkê Legê û ji dema damezrandina Leşkerê Roj tevlî nava refên pêşmerge bû ..

Û Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin …

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.