المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: DI TEQÎNA MAYÎNEKÊ DE JI MALBATEKÊ 5 KES HATIN KUŞTIN.

0 86

Li gorî agahiyên taybet di roja Şemiyê 14.1.2023an de,ji malbatekê 5 kesan di encama teqîna mayînekê de, li rojhilatê bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku mayîn li derdora Çiyayê Kewkeb li nêzî gundê Dubayê dema ku endamên malbatê kevir kom dikirin teqiya. Navê bav Xidir Elî Eldehwî, dayîk Meha Elhisên û sê zarokên wan. Hebîb, Mihemed û Elî) ku şêniyên taxa Salihiye ya bajarê Hesekê ne.

Hêjayî bîrxistinê ye, ku ew devera ku teqîn lê hat dîtin di bin kontrola rejîma Sûrî de ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.