المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : 9EMÎN LI SER SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM RE DERBAS DIBE…

0 61

Wek tê zanîn di roja pêncşemê, 24.11.2022’an de,bîranîna nehemîn li ser pakrewanbûna pakrewanê şoreşa rûmet û azadiyê Ednan Rustim re derbas dibe..

Yê ku xwînê bide, ji bo azadiya gelê xwe, divê gelê wî jê re wefedar be di hemû serdeman de.

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me di derbarê, sedema pakrewanbûna pakrewan Ednan Rustim de.

Li gorî agahiyên taybet,di şeva 25.3.2012an de,li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya,dema pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin ji aliyê hêzên rêjîma Sûriya,û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve.

Herwiha di wê demê de,xelkên bajarê Dirbêsiyê yên xwediyê rûmetê û baweriya wan bi azadiyê dihatin di  hawar û gazîbûna pakrewan Ciwan Elqutna de çûn û pakrewan Ednan Rustim yek ji wan kesên hawarçûnê bû.

Herwiha di wê demê de,pakrewan Ednan Rustim berî hemiyan gihişte cihê ku pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin û kuştin.

Ji ber ku dema Pakrewan Ednan Rustim xwest nasbike sedema revandina pakrewan Ciwan Elqutna û kuştina wî ji bo çi ye ji aliyê yê wî revandibûn,lê mixabin kujerên wî di wê demê de, dixwestin gelacîk pir mezin çêkin di navbera xelkên bajarê Dirbêsiyê û tevgera kurdî ya siyasî.

Ji ber vê yekê,aliyên ku pakrewan Ciwan Elqutna revandibûn û kuştin,bi qontaxên çekên xwe yî hovane êrîşî pakrewan Ednan Rustim kirin û lêxistin heta ku marmiştiya(marpişt) wî şkenandin û xwîna wî jî pir herikî.

Herwiha ji wê demê de, pakrewan Ednan Rustim Çiqasî xwe îlac kir bê sûd bû û di nav ciya de ma û roj bi roj tenduristiya wî ket kêmayê.

Lê mixabin di 24.11.2013an de,çû ber dilovaniya XWEDÊ.Û li gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûriya hat binaxkirin.

Hêjaye gotinê ku bi koçkirina pakrewan Ednan Rustim vê malbatê sê pakrewanê azadiyê danîn di şoreşa rûmet û azadiyê de.

-pakrewan Mişel Temo

-pakrewan Ciwan Elqutna

-pakrewan Ednan Rustim

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.