المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana malbatên pakrewanan kir….

0 50

Şandek ji Rêxistina Duhokê ya bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,roja duşemê 14ê mijdara 2022an, serdana malbata pakrewan ” Bozan Qiço, Kamîran Hiso, kirin..

Û herwiha ev şanda PDK-Sê, bi serokatiya M,Hacî Kalo ” endamê komîteya navendî û berpirsê Rêxistina Duhokê û hejmarek ji endamên komîteya herêmî pêk hat…

Û Di derbarê vê serdanê de M,Hacî Kalo” gotinek pêşkêşkir û têde bi awayekî berfereh behsa rola pêşmergeyan di şerê rûbirûbûna Rêxistinên terorîst ên Daîşê de kir ji bo berevaniyê di ber xaka kurdistanê de û sînor û miletê kurd biparêzin …

 

Û tê zanîn ku di roja 12ê midara sala 2015,2016 bîranîna salvegera hejmarek ji pakrewanên pêşmergeyên Leşkerê Roj ku di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst de canê xwe kirin fîda..

 

Hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên Leşkerê roj ji dema damezrandinê ta niha, bi dihan şehîd û birîndar kirin e qurban di ber parastina milet û xaka Kurdistanê, û di bin sîpera Alaya Kurdistanê karîbûn bi qehremaniya xwe û xwîna xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de tomar bikin..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.