المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Dêrikê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 36

Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ,roja sêşemê 1/11/ 2022an, civîna xwe ya asayî li ofîsa partiya Yekîtiya kurdistanî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir ..

Di derbarê rewşa rêxistinî de, serokê Xwecihiyê rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihiyan xwend û gengeşekirin. .

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

 

Û Di civînê de derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkir..

 

Û derbarê rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê û bandora wê li ser jiyana xelkê behiskirin…

 

Û beşdaran di civînê de derbarê konferansa Encûmena Niştimaniya ENKSê ku pêwîsta di zûtirîn dem de were lidarxistin behiskirin..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.