المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojavayî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

0 49

Encûmena Xwecihiya Rojavayî Qamişlo ya bi ser ENKSê ,roja înê 30ê Êlûna 2022an, civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir ..

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

 

Û serokê xwecihiyê Birêz ” Merwan Ehmed”Di derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxwe gotûbêjkir..

 

Û herwiha beşdaran nêrîn û pêşinyarên xwe danaxuyakirin derbarî çawaniya pêşxistina xwecihiyê û li darxistina çalakiyan

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.