المجلس الوطني الكوردي في سوريا

12 SAL LI SER TERORKIRINA PAKREWAN MEHMÛD WALÎ RE DERBAS DIBE…

0 149

12 SAL LI SER TERORKIRINA PAKREWAN MEHMÛD WALÎ RE DERBAS DIBE…

 

Her sal di 20ê heyva Êlûnê de,li Kurdistana Sûriye li bajarê Serê Kaniyê salvegera koçkirina pakrewan Mehmûd Walî bavê Candî ji hêla encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê dihat vejandin.

Lê mixabin ev Pênc sal bûye hevalên Pakrewan Mahmûd Walî nikarîbûn serdana gora wî bikin , Ji ber ku Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,Serê Kaniyê dagîr kirine.

Lê pakrewan Mahmûd Walî,wê tim di bîranîna hevalên xwe de be, bi taybet hevalên wî yên ku baweriya xwe bi piroja neteweyî a Kurdî tînin.

 

Hêja ye gotinê ye, ku pakrewan Mahmûd Walî ji kesayetên navdar Û Xwedî bandor bû ji destpêka şoreşa Sûriya .

Herwiha pakrewan Mahmûd Walî kar di endamiya emendariya giştî de kir ya ENKSê,herwiha serokatiya tevgera ciwanên şoreşê dikir , Û endamê komîta herêmî ya partiya Azadî Kurdî bû.

Di hemû pêşandanan de dengê bavê Candî Bilind û  Zelalmend bû ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye.

Wek tê zanîn ku pakrewan Mehmûd Walî bavê Candî yê ku bi xayintî di 20.9.2012an de,li ber navenda Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve hate terorkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.