ZIRKAN: TOPBARANKIRINA DEVRA ZIRKANÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE BERDEWAME..
Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji dema ku rêjîma Sûrî ya Behs hatiye rûxandin, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarê wan bi awayekî hovane tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.
Herwiha di encama van topbarankirinan de, ziyanî mezin gihiştiye nişteciyên wê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkên devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe.
Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî ji devera Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:
“Îro di roja Sêşemê 28.1.2025an de, katijmêr 3ê piştî nîvê şevê bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê,bi çekên giran hatin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve.
Bi taybet gundê Im Herlmela yê bi ser bajarê Ebû rasên ve hat topbarankirin.
Her wiha cavkaniyê tekez kir ku (3)sê kes ji gundê Im Hermela ji malbatekê pakrewan ketin û 11 kes jî birîndarbûn.
Yên pakrewan ketin ev in:
-Ibrahîm Ibêd Elsiyad
-Hesen Ibêd Elsiyad
-Cemîl Mihemed Deham Elsiyad(zaroke)
Herwiha çavkaniyê taybet got:
“Lê piştî topbarankirinên vê dawiyê,û hîn topbarankirin berdewamin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,rewşa xelkên deverê ketiyê metirsî û zahmetiyê,Ji ber vê yekê liv û tevgera xelkê rawestiya ye.Û xelkên bajarê Ebû Rasên kocber dibin û bajar vala dibe”.
Herwiha di heman demê de jî, nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet welatên xwedî hêz wek( Emrîkan ) dibêjin,Heta kengî wê herêmên me werin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve..
82d72762-cfda-4049-975c-9c608e6bd6e8
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.