# ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE…..#
Ziman bi giştî ew nîşana ji hev naskirina miletaye, û xwedan dîrokeke bingehîn û zêrîn e di hebûn û serfiraziya gel de ,ji ber pêşxistin û axifîna bi ziman dayîkê û yê zikmakî karekî pêwîst û pîroza di nasnameya netewayan de …
Yek ji wan zimanan zimanê kurdî ye , ku yek ji zimanên dewlemend e ji gelê kurd re li her çar parçeyên kurdistanê, û her yek ji wan zimanên ku bi dilsozî hatiye parastin bi sedema hebûna milet û mêrxasiya kesên zana û xwendevanê kurd û kar û xebata we ya dûv û dirêj di danîna rêzmana kurdî de ..
Weku em dibînin îro ser qada kurdî hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd di berhemên nivîsên xwe de cihekî taybet dana giringiya axiftina û nivîsandina bi zimanê kurdî bi hemû zaravan , ji ber ku
zimanê kurdî wek hemû zimanên cîhanê gelek zaravên wê hene : -Kurmencî , Soranî , Zazakî , Badînî, Goranî, Lorî , Hewramî .
Ku zaravê kurmancî li Rojavayê kurdistanê û Bakur û Başûr bi tîpên Latînî tê nivîsandin,û herwiha zaravê Soranî li Başûr û Rojhilat bi tîpên Erebî tê bikaranîn.
Û ji rexekî dî ve weku em dibînin li piraniya welatan hin kêmasî hene di axiftin û nivîsandin e bi zimanê kurdî de heye û ev xal vedgera ji sedema tunebûna dibistanên kurdî
û qedexeya fêrbûna zimanê dayîkê bi awayekî fermî ji aliyê rêjîman ve ,nexasim li Kurdistana Sûriyê ku berî çil salî ji niha zimanê Erebî weku zimanekî fermî dihat fêrkirin ji ber rêjîma sitemkar ya rûxandî ya Esed dixwest ku miletê kurd li Sûriyê zimanê xwe jibîrbike û negihêja mafên xwe yên rewa di axiftina bi zimanên kurdî de lê ev arîşe nebû pirsgirêk ji gel re ku zimanê kurdî ji bîrbikin bi alîkariya gelek rewşenbîr û zimannasên navdar yên kurd mîna ” Mîr Celedet ,Osman Sebrî…….) ku ziman û wêjaya kurdî di nivîs û helbestên xwe de di nav gelê kurd belavkirin û têde doza Azadiya fêrbûna bi zimanê kurdî ku ev yek ji mafê her miletekî ye parastina zimanê xwe yê dayîkê bike….
Û hêjaya were gotin ku ji erkê her kurdekî ye li her çar parçeyên kurdistanê fêrî zimanê şêrîn û yê zikmakî bibe û bi mêrxasî parastina wê bike ji ber ziman nasnama hebûna milet û gelan e û nîşana dewlet û serxwebûna kurdistanê ye û her wê zimanê me bibe stêreke geş di çanda kurdî de …
Ragihandina ENKSê
Qamişlo