المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZÊDEYÎ 2 HEZAR Û 600 KES XWE AMADE DIKIN KU VEGERIN EFRÎNÊ.

0 88

ZÊDEYÎ 2 HEZAR Û 600 KES XWE AMADE DIKIN KU VEGERIN EFRÎNÊ.

 

Zêdeyî 2 hezar û 600 kes xwe amade dikin ku vegerin Efrînê

 

 

Bi hezaran, ku piraniya wan li Helebê ne, ji bo ku vegerin bajarê xwe Efrînê li Kurdistana Sûriyê, navê xwe tomar kirine.

 

Li gorî çavkaniyên taybet, zêdetirî 2 hezar û 600 malbatan navên xwe ji bo amadekariyên vegera Efrînê tomar kirine.

 

Çavkaniyê berdewam kir ku veger dê bi rêya derbasgeha Ewn Eldadat ku dikeve navbera deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye.

 

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku vegera malbatan bo Efrînê rojane berdewam dike.

 

Dergehê Ewn Eldadat bajarê Cerabulusê ku di bin kontrola Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de ye û bajarê Minbicê yê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye ji hev vediqetîne.

 

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di destpêka sala 2023an de bi fermî vekirina Dergehê Ewn Eldadat ji sivîlan re ragihand

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.