المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Zêdetirî 75 hezar Libnanî derbasî Sûriyê bûne.

0 92

Zêdetirî 75 hezar Libnanî derbasî Sûriyê bûne.

 

Ji ber şer û rewşa xirab li Libnanê nêzîkî 75 hezar Libnanî derbasî nava xaka Sûriyê bûne.

Tê zanîn ku Piştî kuştina Sekirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrellah, şerekî tund di navbera Israîl û Hizbullah derket.

Di 23 ê Êlûna 2024an, Israîlê li başûrê Libnanê li dijî Hizbullah dest bi Operasyoneke bejahî kir..

Û di encamê de zirar gihişta milet û gelek kuştî û birîndar derketin, û bi hezaran xelk derbider bûne û ji ber şer berê xwe dane dewletên cîran weku Sûriyê û Iraqê .

Herwiha di vê derbarê de li gorî Rojnameya Elweten a ser bi rêjîma Sûriyê ve ragihandî ye ku ji destpêkirina şer di navbera Israîl û Hizbullah Lubanî de li başûrê Lubnanê hejmara kesên derbasî Sûriyê bûne gihiştiya 269 hezar kes.

Li gorî çavkaniyê ku 75 hezar û 309 kes ji wan kesên hatine Libnanî bûn, û 197 hezar jî ji Sûriyê ne vegeriyane.

Û ji aliyê xwe ve jî Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de ragihand bû ku di şerê Başûrê Libnanê de 8 leşkerê wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Û herwiha li gorî Artêşa Israîlê ku ji destpêka Operasyona bejahî li Başûrê Lubnanê heta niha 8 leşkerê wan hatine kuştin û hin jî şer berdewam e nehatiya rawestandin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.