المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YXCDK_R.. Roja zimanê Kurdî vejand.

0 141

YXCDK_R.. Roja zimanê Kurdî vejand.

 

Roja şemiyê 17ê Gulana 2025an, Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî _Rojava Şaxê Dêrikê, li Ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan _Sûriya li bajarê Dêrikê roja zimanê Kurdî vejand.

Ev yek bi amadebûna endamên şaxê Dêrikê ya YXCDK_R,û xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştîmanî û nûnerên Yekîtiya nivîskar û rewşernbîran herwiha yekîtiya jin û ciwanan.

Di vê boneyê de zimannasê Kurd Birêz Omer Resûl gotinek pêşkêşkir û têde derberî giringiya zimanê Kurdî anî ziman.

Û herwiha Nivîskar û Rojnemavan Ehmed Sofî gotinek anî ziman û têde dîroka Zimanê Kurdî behiskir.

Û di dawiyê de hejmarek mamoste ku xizmet di ber zimanê Kurdî de kirina hatin xelatkirin.

Bi boneya Roja zimanê Kurdî hêjaya were gotin ku ji erkê her kurdekî ye li herçar parçeyên kurdistanê fêrî zimanê şêrîn û yê zikmakî bibe û bi mêrxasî parastina wê bike ji ber ziman nasnama hebûna milet û gelan e û nîşana dewlet û serxwebûna kurdistanê ye û her wê zimanê me bibe stêrkek geş di çanda Kurdî de .

Ragihandina ENK Sê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.