Roja şemiyê 15ê Nîsana 2023an, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, sermînarek di bin navnîşana ” Hêz û Desthilata Rewşenbîr û Xwendinên pir reng” li Hola Nûredîn Zaza, ofîsa partiya pêşverû li Qamişlo li darxist..
Û herwiha ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî,Nivîskar û rewşenbîrî û çalakvanên civaka sivîl..
Û ev Semînar ji aliyê Nivîskar “Tengezar Marînî ve hate pêşkêşkirin..
Û herwiha di dawiya vê Semînarê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û bersiva wan bi awayekî zelalî ji aliyê Nivîskar “Tengezar ve hate kirin..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî