المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 8EMÎN YA KOÇA DAWÎ YA ISMA’ÎL HEMÊ VEJAND.

0 208

YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 8EMÎN YA KOÇA DAWÎ YA ISMA’ÎL HEMÊ VEJAND.

 

 

Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya di roja Yekşemê18-8-2024an de, li gundê Til dîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera 8emîn ya koça dawî ya skretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê nemir Isma’îl Hemê vejand.

 

Her wiha bi beşdarbûna cemawerekî mezin û nûnerên civaka sivîl û şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve bajarê Dirbêsiyê,Til Temir û Ebû Rasên.

Herwiha vejandinê bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û li ser canê Isma’îl Hemê bi Sirûda Ey Reqîb destpêkir û tê de bi xêr hatin bi hemû beşdaran hate dan.

 

Herwiha M.Ferhan Merhî endamê nivîsgeha siyasî yê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Isma’îl Hemê axivî.

 

Merhî, di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî û û di dawî de,wefedarî da xuyakirin li ser berdewamiya rêbaza kar û xebata kurdiyetê ya têkoşer Isma’l Hemê û sipasiya hemû beşdaran kir.

 

Her wiha gotina Encûmenên Xwecihî yên beşdar ji mamoste Ahmed Oso serokê xwecihiya Dirbêsiyê ve hat xwendin.

 

Oso di axaftina xwe de,li ser kar û xebata têkoşer Isma’l Hemê axivî û bi awayekî bilind nirxand..

 

Herw iha gotina malbata têkoşer ji aliyê M.Ebdurihman Hemê ve,hat xwendin û Hemê di gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir li ser hazirbûna wan ji bo vejandina salvegera 8emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’îl Hemê û sersaxî ji hemû dost û hevalên têkoşer Isma’îl Hemê re xwest.

 

 

Di vejandinê de, hemû beşdaran berê xwe dan gora nemir Isma’îl Hemê û ew bi gurzên gula ew gor xemilandin,û wênê Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

 

Di dawî de,M.Silêman Oso sekretêrê Partiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser vejandina salvegera 8emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’l Hemê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.