المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWEPÊŞANDERÊN SUWEYDAYÊ TEVGERA AŞTIYANE YA LI DIJÎ RÊJÎMA SÛRÎ BERDEWAM DIKIN

0 118

XWEPÊŞANDERÊN SUWEYDAYÊ TEVGERA AŞTIYANE YA LI DIJÎ RÊJÎMA SÛRÎ BERDEWAM DIKIN

 

Xwepêşanderên Suweydayê tevgera aştiyane ya li dijî rejîma Sûriyê berdewam dikin

 

 

Ji bo piştrastkirina berdewamiya tevgera aştiyane û daxwaza rûxandina rêjîma Sûriyê, bi sedan welatî li meydana Karama ya navenda bajarê Suweydayê kom bûn.

 

 

Di roja Înê 7.6.2024an de,bi sedan welatiyên bajarê Sûweydayê li meydana Elkerema li navenda bajarê Suweydayê di xwepêşandaneke girseyî ya navendî de kom bûn, û tekezî li ser berdewamiya tevgera aştiyane li dijî rêjîmê û hikûmeta wê kirin. Xwepêşanderan daxwazên xwe ji bo rûxandina rejîmê, guhertina aştiyane, û veguhestina siyasî ya desthilatê nû kirin.

 

 

Ji Tebaxa 2023an ve, xelkê parêzgeha Suweydayê serhildana xwe ya gelêrî berdewam kirine, bi rêya xwepêşandanên rojane û daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê, derketina Îranê ji welatê xwe weke dagirker û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, ku garantiya bidestxistina veguhestina aştiyane ya desthilatê bi rêya hilbijartinên demokratîk di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.