المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWEPÊŞANDANA NAVENDÎ LI SUWEYDAYÊ DAXWAZA RÛXANDINA RÊJÎMA SÛRÎ DIKIN

0 147

XWEPÊŞANDANA NAVENDÎ LI SUWEYDAYÊ DAXWAZA RÛXANDINA RÊJÎMA SÛRÎ DIKIN

 

Xwepêşandana navendî.. Bi sedan xwepêşandan li Suweydayê, daxwaza rûxandina rêjîma sûrî dikin

 

 

Tora nûçeyan a xwecihî ragihand ku îro Înê 9ê Tebaxê bi sedan kes li meydana Karama ya navenda bajarê Suweydayê xwepêşandan kirin û daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê kirin.

 

Tora Suweyda 24 got ku Meydana Karama îro bû şahidê xwenîşandaneke navendî ya nû, bi israra eşkere li ser daxwazên wan ji bo rûxandina rejîmê û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254.

 

 

Toreyê amaje bi wê yekê jî kir ku xwepêşander ji piraniya deverên parêzgeha Suweyda û gundewarên wê hatin, pankartên daxwaz û ramanên xwe bilind kirin û gul û şaxên zeytûnê di destên wan de bûn.

 

 

 

Toreyê berdewam kir ku di xwepêşandanê de, axaftin hatin kirin û stranên gelêrî hatin gotin.

 

Ji Tebaxa 2023an ve, xelkê parêzgeha Suweydayê serhildana xwe ya gelêrî berdewam kirine, bi rêya xwepêşandanên rojane û daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê, derketina Îranê ji welatê xwe weke dagirker û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, ku garantiya bidestxistina veguhestina aştiyane ya desthilatê bi rêya hilbijartinên demokratîk di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

Ragihandina ENKSê

Raport;Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.