XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 1.12.2024an de,li bajarê Qamişlo, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.
Di rewşa siyasî de, hemû bûyer û pêşhatên siyasî li ser hemû astên navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin, û bûyerên dawî yên li Sûriyê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî tiştên ku li bajarê Heleb û Hemayê diqewimin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah