Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, îro roja înî” 1″ Cotmeha 2021an, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi beşdarbûna serokê xwecihiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..
Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û di civînê de babetên giring derbarê rewşa siyasî û rêxistinî de anîn ziman..
Û serokê xwecihiyê M, “Mihemed Sedîq ” di civatê de bi firehî rewşa Kurdan bi giştî li kurdistana Sûriyê gotûbêjkir..
Û ji rexekî dî ve ser mangirtinên ku bajarên kurdan li kurdistana Sûriyê hatibûn li darxistin anî ziman û herwiha bûyerê û kiryarên xirab ku di ve mangirtinan de hatin rûdan ji aliyê çekdarên PYD’ê şermezar kirin ..
Û her di civatê de li ser babeta revandina endam û alîgirên partiyan û şewtandina ofîsan gengeşekirin û ev kiryarên xirab bi tûndî şermezar kirin …
Û herwiha derbarê rewşa aborî jî anîn ziman..
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî