XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ….
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Pêncşemê, 26.12.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate xwendin û hate nîqaşkirin.
Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha civat bi awayekî zelalmendî rawestiya li ser diyaloka Kurdî -Kurdî.
Her wiha civat li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Kurdî û bandora wê li ser xelkê herêmê, di warê aborî û ewlehiyê de rawestiyan.
Her wiha civat bi awayekî, berfireh rawestiya li ser roja Ala Kurdistanî û bi awayekî bilind nirxandin ji ber ku Hejmarek pir ji Alaya kurdistanî û Ala şoreşa Sûrî jî hatibûn bilind kirin.
Û rojek pir bi nirx bû,piştî rûxandina serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.