المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 374

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Çarşemê, 27.12.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Mihemed Nasir ve hat xwendin û hate nîqaşkirin.

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

 

[ ] Di civatê de,hemû êrîşên hovane bi ser herêmên Kurdistana Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve hatin şermezar kirin.

 

Piştî bidawîhatina civînê, endamên encûmenê bi serdankirina mala serokê berê yê encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Dirbêsiyê Eşref Elmele û malbata wî kir û erka xwe pêk anîn û hêviya silametiyê ji wî û malbata wî re xwestin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.