المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 157

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

 

 

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe civîna heyva Tîrmehê ya asayî lidarxist.

 

 

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.

 

 

Piştî wê, gotûbêj derbarê endamên ENKSê yên revandî û yên ku heta niha jî di girtîgehên Partiya Yekîtiya Demokrat de winda ne, hat kirin.

Her wiha civat rawestiya li ser lihevhatina Tirkiye-Sûriye, normalîzekirina bi welatên Ereb re, di derbarê diyaloga Kurd-Kurd de jî.

 

 

 

Di dawiyê de, 10 Tebaxa, 2024, hate destnîşankirin ku ji bo hilbijartina nivîsgehek nû civînek awarte li dar bixe.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.