XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Duşemê 27/1/2025 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.
Her wiha tekezî li ser pabendbûna bi civatên asayî hate kirin.
Her wiha rewşa siyasî li ser bûyer û pêşhatên siyasî, herêmî û navdewletî bi taybet rewşa Sûriyê piştî rûxana rêjîma Sûriyê hate gotûbêjkirin.
Her wiha civat rawestiya li ser serdana nûnerê serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî bo Kurdistana Sûrî û hevdîtina wî bi fermandarê giştî yê HSDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd re, her wiha behsa serdana encûmenê ji bo Herêma Kurdistanê li ser vexwendina serok Mesûd Barzanî hat kirin .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah