XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Şemiyê 28/12/2024 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.
Her wiha tekezî li ser pabendbûna bi civatên asayî hate kirin.
Her wiha rewşa siyasî li ser bûyer û pêşhatên siyasî, herêmî û navdewletî bi taybet rewşa Sûriyê piştî rûxana rêjîma Sûriyê hate gotûbêjkirin.
Her wiha li ser diyaloga kurdî û kurdî û avakirina şandeke hevbeş ku nûnertiya kurdan bike, ji bo ku bi serkirdayetiya nû ya Sûriyê re bicive, hat axaftin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah