المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ BERDEWAM E LI SER PÊŞWAZÎKIRINA MÊVANÊN KU SERDANA ROJNAMEVANA BÊRÎVAN ISMAÎL Û MAMOSTE FEWAZ BENGO DIKIN BI BONEYA SERBEST BERDANA WAN JI ZINDANÊN PYDê.

0 182

XWECIHIYA AMÛDÊ BERDEWAM E LI SER PÊŞWAZÎKIRINA MÊVANÊN KU
SERDANA ROJNAMEVANA BÊRÎVAN ISMAÎL Û MAMOSTE FEWAZ BENGO DIKIN BI BONEYA SERBEST BERDANA WAN JI ZINDANÊN PYDê.

Di roja çarşemê 11.9.2024an de, çendîn şande û kesayetî û rêxistin
ên bi ser ENKSê ve,bi taybet şandên Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.
Serdana encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve kirin û pîrozbahî û serxweşî pêşkêşî kesên ku ji zindanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derketine re pêşkêş kirin. #Bêrîvan Îsmaîl #Fewaz Benko

Êvara roja yekşemê û sibeha roja duşemê 8 û 9ê Îlona 2024, 5 girtî endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji girtîgehên Partiya Yekîtiya Demokrat, 3 ji bajarê Dêrikê û 2 ji bajarê Amûdê hatin berdan, piştî demeke binçavkirinê ku çend meh dom kir.

Ev kes hatin berdan:
– Xalid Mîro
– Ebdulrehman Şenk (Ebdî Şenkî)
– Benkîn Hac Obêd (Benkîn Birîndar) ji xelkê bajarê Dêrikê ne
– Bêrîvan Îsmaîl
– Fewaz Benko, ji bajarê Amûdê ne piştî girtina ku 3 mehan dom kir ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatin revandin.

Hîn jî hêjmarek ji endamên Encûmenê, partiyên wê, alîgirên Encûmenê û çalakvan hîn jî di girtîgehan de girtî ne, ji wan:

1-Rojnameger Rakan Ahmed: Li bajarê Girkê Legê êvara roja Înê 29ê Adara 2024an, roja revandinê qewimî.

2- Merwan Husên Liyanî: Ciwanê çalak û endamê xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Dîroka revandinê roja Duşemê 1/4/2024 li Girkê Legî bû.

3- Husam Dorsen: Endamê Komîteya herêmî ya Partiya Gel ya Kurdistanî-Sûriye û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Dîroka revandinê roja Duşemî 1ê Nîsana 2024an, saet yazdeh êvarî, li navenda bajarê Dêrikê bi otomobîla xwe bû.

4- Rojnamevan Ehmed Sofî: Endamê Komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriye. Dîroka revandinê roja Sêşemê (2/4/2024) li bajarê Dêrikê bû.

5-Fethî Serhan Gedo: Endamê Desteya Şêwirmendiya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî, demjimêr yek piştî nîvê şeva roja pêncşemê 15.6.2024ê ji mala xwe li bajarê Qamişlo.Temenê wî 60 salî ye û nexweşiya dil heye.

6- Remezan Mehmûd Hacî endamê encûmena xwecihî li Tirbespiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Cih û Dîroka revandinê: Tirbe Spî, 29 Tîrmeha 2024.

Çarenivîsa gelek siyasetmedar, kesayetiyên medyayî û çalakvanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di zindanên PYDê de ne diyar e.

Ji dawiya adara borî ve, çekdarên PYDê 17 siyasetmedar, kesayetiyên medyayî û çalakvanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî revandin, ku 11 ji wan hatin azadkirin, û çarenivîsa 6 kesên din ne diyar e, ji bilî 7 serkirde û çalakvanên navdar, di navbera salên 2012 û 2017an de hatine revandin.

Malbatên kurdên revandî ji çarenivîsa zarokên xwe di zindanên PYDê de ditirsin, nemaze ku hejmarek ji wan tûşî nexweşiyan dibin, ku hin ji wan nexweşiyên kevnar ên demdirêj in, di nav wan de Fethî Gedo û Husam Dorsen.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.