Bi boneya Rojnamegeriya Kurdî mûmeya xwe ya 125 emîn divemirîne,di roja pêncşemê 4.5. 2023an de, li navenda PDKSê, li bajarê Qamişlo,katijmêr 5ê êvarî xelekek gengeşeyê ji aliyê ofîsa ragihandina navendî ya ENKSê bi rêveberiya M.Hesen Remzî,berpirsê ofîsê, hat li dar xistin.
Di destpêkê de,mamoste Elî Fetah,bi navê ofîsa ragihandina navendî ya ENKSê bixêrhatina hemû mêvanên beşdar kir.
û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de,yê Barzaniyê nemir û bi taybetirîn li ser giyanên rojnemevanên kurd yên xebat û jiyana xwe xistibûn bin xizmeta doza doza gelê kurd rawestiyan.
Di xelekê de komek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl,rojnemevan û endamên ragihandina partiyên Kurdî yên bi ser ENKSê ve amade bûn û mudaxele ji aliyê beşdaran ve hat kirin, di derbarê nirxandin û pêvajoya rojnamegeriya kurdî û ragihandina Kurdî û bi taybet ragihandina tevgera kurdî li Sûrî.
Mudaxeleyên hatin kirin ev in.
-M.Hesen Remzî,berpirsê,fîsa ragihandina navendî ya ENKSê.
-M.Mihemed Hisên,rojnemevan
-M.Mihemed Isma’îl, ragihandina PDKSê.
-M.Bawer Mele Ahmed,Yekîtî Mediya
-M.Kazim Xelîfê,ragihandina T.Ç.K.S
-M.Hejar mi’o,ragihandina Wekhevî
-M.Hesen Hisên,ragihandina P.G.K.S
-M.Şivan Ibrahîm,ragihandina Eniya Aştî û Azadî
-M.Ahmed Içê,P.Ç.D.K.S
-M.Nesir Pirêk.H.D.K.S
-M.Selma Silêman,PYDK
-M.Ekrem Hisên.Ş.P.K.S
-M.Nayif Çîbîro,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
-M.Luqman Yûsif,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
-M.Mihemed Mistefa,Yekîtî
Kurdistanî
Wek tê zanîn ku Rojnamegerî amûreke giring e ji amûrên çand û zanistê ji çi milet û netewekê,
ji ber ku mîna neynika hemû rewşên siyasî ,civakî û çandî bi giştî yê netewekê yan miletekî diyar dike ji hemû gelê cîhanê re.
Û cejna rojnamegeriya kurdî, ya ku her sal gelê kurd vê rojê divejîne di 22ê heyva Nîsanê de, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dikarîbû rojnameya Kurdistan,li paytexta Misrê li Qahîra di 22ê Nîsanê sala 1898an de çap bike û derxîne , Ew roj bû gava yekemîn û dîrokî û danîna Berê bingehîn ji bo rojnamegeriya Kurdî.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah