Duh 21ê mijdarê, Xebatkarê kurd û kesayetiyê niştîmanperwer ” Reşîd Betal Zênal” endamê komîteya herêmî ya bi ser PDK-Sê, ji ber nexweşiyeke giran di nexweşxaneyeke bajarê Efrînê koça dawî kir …
Û îro roja duşemê 22ê mijdarê şîna xebatkar ” Reşîd Betal “ji aliyê rêxistina Hewlêrê ya bi ser PDK-Sê ve , bi beşdarbûna M, Siûd Elmla ” sekirtêrê PDK-Sê û serkirda û endam û Alîgirên wê partiyê hate li darxistin….
Û hêjayî were gotin ku xebatkar ” Reşîd Betal ” endamê komîteya herêmî û kesayetê welatparêz û niştîmanperwer bû di zaroktiya xwe tevlî nava refên Partî bû û kar û xebateke netewayî ser rêbaza Barzanî dikir ji bo doza Azadiya gelê kurd …..
Û tê zanîn ku termê xebatkar ” Reşîd Betal ” li gundê wî Telef” li bajarê Efrînê bi xakê hate spartin…
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî