Efrînê vegerandina koçberan ser xaka xwe berdewam e.
Di berdewamiya binpêkirin û kiriyarên li der heqê xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê de têne kirin, rojane bi dihan malbatên koçber û derbider vedgerin li ser mal û milkên xwe..
Li gorî jêderên xwecihî ku ji bilî rewşa xereb a miletê Efrînê û desteserkirina ser mal û milkên we û birîna daran ji aliyê komên çekdar ve, lê pêla vegera malbatên koçber û derbider bo ser zêdên xwe li Efrînê berdewam e, herî dawî 20 malbatên derbider ji Şehbayê û Helebê vegeriyane ser zêdê xwe li gundê Beadêna ya bi ser navçeya Raco ya Efrîna Kurdistan Sûriyê.
Tê zanîn ku ji destpêka sala borî ya 2024an, rojane malbatên penaber, derbider û koçberkirî vedigerin navçe û gundên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê,
Ragihandina ENKSê
Qamişlo