المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TORA MAFÊN MIROVAN:ARTÊŞA NIŞTIMANÎ SÊ SIVÎL LI EFRÎNÊ GIRTIN.

0 66

TORA MAFÊN MIROVAN:ARTÊŞA NIŞTIMANÎ SÊ SIVÎL LI EFRÎNÊ GIRTIN.

Tora Mafên Mirovan: Artêşa Niştimanî 3 sivîl li Efrînê girtin

Di roja, Çarşemê 4ê Îlona 2024an de, toreke mafên mirovan girtina 3 welatiyên Efrînê yên Kurdistana Sûriyê ji aliyê “Artêşa Niştimanî” ya bi ser Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve belge kir.

Tora Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov got ku endamên koma Ehrar Elşerqiyê ya girêdayî hêzên Artêşa Niştimanî (Mihemed Henan Seydo, Husên Ebdelah Edê û Elî Mihemed Minkawî li Efrînê girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Wê got jî ku heta niha çarenivîsa kesên revandî ne diyar e.

Toreyê anî ziman ku hêzên “Artêşa Niştimanî” hîn jî binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan û milkên wan li herêmên di bin kontrola wan de didomînin.

Her sê welatiyên Kurd ji gundê Miska (Tehtanî(Binî) – Foqanî(Jor)) yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ne.

Her wiha Tora Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe li hember sivîlan hilgire û wan biparêze, berpirsyaran bipirse, wan derxîne pêşberî dadweriyê, û qerebûkirina kesên ku ziyan dîtine.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.