المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVÎ KU BÛNE ARMANCKIRINA BOMBEYAN BI DEHAN XWEPÊŞANDÊR LI QADA KARAMA YA SUWEYDAYÊ KOM DIBIN.

0 134

TEVÎ KU BÛNE ARMANCKIRINA BOMBEYAN BI DEHAN XWEPÊŞANDÊR LI QADA KARAMA YA SUWEYDAYÊ KOM DIBIN.

 

Tevî ku bûne hedefa bombeyan, bi dehan xwepêşandêr li Qada Karama ya Suweydayê kom dibin

 

 

Tevî ku ew ji bo rêgirtin li kombûna xwepêşanderan bû armanca bombeyan, lê bi dehan kes beşdarî xwenîşandana navendî li meydana Karama li navenda bajarê Suweydayê bûn, û daxwaza azadî û rûxandina rêjîma Sûriyê kirin.

 

Tora Sûweyda 24 ragihand, danê sibê îro Înê 21.6.2024, 4 bombe bi awayekî cuda li devera navbera meydana Karama û deriyê navenda polîsê derve ber bi meydanê ve hatine avêtin û ti ziyanên canî çênebûne.

 

 

Xwepêşanderan li Qada Karama pankartên bi nivîsên “Dengê we nebin şirîkê şanoka hilbijartinê”, “Dengê we helwesta rûmetê ye, ne kaxizek di çopê de ye”, “Boykotkirina hilbijartinan karekî netewî û exlaqî ye” hildabûn.

 

 

Ji Tebaxa 2023an ve, xelkê parêzgeha Suweydayê serhildana xwe ya gelêrî berdewam kirine, bi rêya xwepêşandanên rojane û daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê, derketina Îranê ji welatê xwe weke dagirker û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, ku garantiya bidestxistina veguhestina aştiyane ya desthilatê bi rêya hilbijartinên demokratîk di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.