المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ-SÛRIYA ŞEVBUHÊRKEK SIYASÎ LI NAVENDA XWE LI QAMIŞLO LI DARXIST..

0 154

Di roja înê 7.2.2020,an de Tevgera Çaksaziya Kurdî- Sûriye li navenda xwe yî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hevrêzê giştî yê T.Ç.K.S mamoste Fêsel Yûsif şevbêrk siyasî li darxist.

Di derbarê naveroka vê şevbêrka siyasî mamoste Kazim Xelîfê endamê ofîsa cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di êvara roja înê 7.2.2020,an me Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye, li navenda xwe li bajarê Qamişlo me şevbêrk siyasî bi beşdarbûna hevrêzê giştî yê T.Ç.K.S lidarxist”.

Her wiha Xelîfê Axiftina xwe berdewam kir û got:

“Ev şevbêrk bi beşdarbûna hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd , Û mijarên giring jî hatin gengeşekirin”.

Debarê mijar û babetên vê Civînê mamoste Kazim Xelîfê axaftina xwe berdewam kir û anî ziman:

“Mijarên bêtir civatê gengeşe kirin Li ser yek helwesta Kurdî gengeşe kirin,û karanîn li ser serkeftina wê bi hemû awayî ta bi cih bibe”.

Her wiha Xelîfê anî ziman û got:” Beşdaran,li ser rêkeftina dawî ya di navbera ENKSê û Opozisyonê (Itîlaf)de,gengeşe kirin ya di derbarê vegerandina koçberan û li hember guhertina dîmixrafî bisekinin , Û vegerandina mal, milk û mafan li xwediyan ” .

Her wiha mamoste Kazim Xelîfê endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye axifina xwe bi dwaî kir û got:

” Beşdaran tekez kirin li ser giring û pêwistiya van hevdîtinan û kar bi hev re, ji bo bi cihkirin û gihandina daxwazên gelê Sûriye bi giştî û daxwazên gelê Kurd bi taybet,di jiyanek azad û rûmet de”.

Hêjaye gotinê Ku T.Ç.K.S her dem li navendên xwe civîn û Dîdarên Siyasî û Civakî lidar dixe .

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.