Teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê .
Rawengeha Sûrî bo mafê mirovan di raporteke xwe de ragihand ku di meha Gulanê de 52 kesên sivîl ji wan 23 zarok û 2 jin di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê hatine kuştin û herwiha 70 kes ji wan 27 zarok hatine birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2025an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 379 sivîl ji wan 88 zarok û 24 jin jiyana xwe ji dest dan, û 390 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 166 zarok û 9 jin.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 34 sivîl di nav wan de 13 zarok û jinek hatin kuştin û 48 ji wan 18 zarok û 2 jin birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 9 ji wan 5 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 16 ê din birîndar bûn di nav wan de 8 zarok û 2 jin.
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 9 kes di nav wan de 5 zarok hatin kuştin û 6 kesên din ji wan zarokek hatin birîndarkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo