المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SUWEYDA KARWANEKE LEŞKERÎ YA GIRÊDAYÎ BEŞA OPERASYONÊN HEVBEŞ VEDIGERE ŞAMÊ..

0 70

Komên xwecihî li parêzgeha Suweyda rê nedan karwaneke serbazî ya girêdayî Beşa Operasyonên Leşkerî derbasî parêzgehê bibe, û ew neçar kirin ku vegere Şamê.

Tora nûçeyan a xwecihî diyar kir ku karwaneke leşkerî ya ku bi dehan wesayitên girêdayî beşa Operasyonan û Asayîşa Giştî di nav de derbasî parêzgeha Suweydayê bûn, hişyariya komên herêmî bilind kir.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku odeya operasyonên hevbeş li Suweydayê daxwaz ji karwanê wan kir ku vegere Şamê, ku ev yek rastî piştî danûstandina bi berpirsên wê re hat.

Çavkaniyê eşkere kir ku karwan ji 35 otombîlên leşkerî û polîsî pêk dihat û şeva Sêşem-çarşemê derbasî avahiya navenda polîs li Suweydayê bû.

Wê berdewam kir ku dema karwan gihişte xaleke pişkinînê ya fraksiyonan, berpirsê wê diyar kir ku ev pêngav beşeke ji plana bicihkirina hêzên ewlekariya navxweyî û polîs li Suweydayê.

Lê belê, aliyên xwecihî dilgiraniya xwe li ser vê pêngavê anîn ziman, ji ber ku ew bê hemahengî pêk hat û metirsiya biçûkxistina rola xelkê Suweydayê di birêvebirina karûbarên ewlehiyê de dike.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.