المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SUWEYDA: FERMANDARÊ “LÎWAYA ÇIYA” HAT KUŞTIN.

0 149

SUWEYDA: FERMANDARÊ “LÎWAYA ÇIYA” HAT KUŞTIN.

 

Kuştina fermandarê “Lîwayê Çiya” li Suweydayê

 

Çavkaniyên xwecihî yên nûçeyan ji bajarê Suweydayê îro Çarşemê 17ê Tîrmehê eşkere kirin ku fermandarê “Lîwayê Çiya” Merhec Elcermanî di mala xwe de ji aliyê çekdarên nenas ve hatiye kuştin.

 

 

Tora xwecihî ya Suweyda 24 ragihand: “Serokê Lîwayê Elcebel, Merhec Elcermanî îro danê sibê hat kuştin, ji ber ku di mala xwe de kuştî hat dîtin.”

 

Wê her wiha got, “Li gorî zanyariyên destpêkê, kuştina Merhej Elcermanî bi yek guleyekê ji nêzîk ve, ji yek ji pencereyên malê dema ku di xew de bû, îro berbanga sibê pêk hat.”

 

 

Di vê çarçoveyê de, Tora Elrasid kuştina Merhec Elcermanî, serkirdeyê “Lîwaya Cebel”, yek ji komên xwecihî li Suweydayê, bi guleyên nenas di mala wî de danê sibehê piştrast kir, piştî ku grûpeke çekdar gule berdan ser,dema ku ew di xew de bû.

 

 

Li gorî Elrasid, Cermanî bi helwesta xwe ya muxalîf dihat naskirin, di tevgera Suweydayê de roleke zelal hebû û her tim di metirsiyê de bû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.