Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enqereyê dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.
Îro roja sêşemê 7ê Çileya 2025an, û li Enqereyê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê serokkomarê Turkiyê Receb Teyb Erdoxan ve hate kirin.
Û herwiha Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Enqereyê,
li gel rayedarên Tirkiyeyê bicive.
Û di derbarê vê serdanê de tê xuyakirin ku di hevdîtinan de, pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de were gotûpêşkirin , û di civînan de giftûgo derbarê destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê were kirin.
Û ji aliyekî din ve pêşhatên li Sûriyeyê û paşeroja wî welatî û qonaxa nû ya aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê werin gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo