Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira balyozê Italyayê li Iraqê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgira Balyozê Îtalyayê li Iraqê Chiara Franchini çiviya .
Îro roja pênçşemê 9 ê Çileya 2025an, pêşwaziya Cîgira balyozê Îtalyayê li Iraqê Chiara Franchini kir.
Herwiha di vê hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de hatin kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, tekezî li ser giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hat kirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo