Di çarçoveya Lûtkeya Ewlekariya MIYONÊXÊ de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê AntONÎ Bilnîkin civiya.
Herwiha Barzanî di twîteke xwe ya li ser Twîterê de ragihand: Me pabendbûna xwe ji bo bihêzkirina hevkariyên di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de nû kir.
Herwiha di çarçoveya lûtkeyê de, Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Birîtanya, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Wezîrê Derve yê Kuweytê Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê bo karûbarên derve, Serokê Azerbaycanê, Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,serokwezîrê Polenda, serokwezîrê Ermenistanê û alîkarê wezîrê berevanî yê Emerîkayê ji bo karûbarên ewlehiya navneteweyî civiya.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah