المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şedadê..Firokeyeke barhilgir a Amerîkî li baregeha Elşedadê li gundewarê Hesekê danî.

0 59

Şedadê..Firokeyeke barhilgir a Amerîkî li baregeha Elşedadê
li gundewarê Hesekê danî.

 

Di berdewamiya bihêzkirina baregehên xwe de, firokeyeke barhilgir a Amerîkî li baregeheka Elşedadê li gundewarê Hesekê danî.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku li Parêzgeha Hesekê, Îro roja sêşemê 13 ê Cotmeha 2024an, firokeyeke barhilgir ya leşkerî ya Amerîkî li baregeha Elşedadê li gundewarê bajarê Hesekê danî û tê de leşkerên alavên leşkerî û lojîstîkî li xwe digirt.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku li Parêzgeha Hesekê, roja sêşemê 1 ê Cotmeha 2024an, firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Xerab El-Cir li gundewarê Rumeylanê li bakurê bajarê Hesekê danî û tê de leşkerên Amerîkî ji bilî çek, û cebilxane û alavên lojîstîkî li xwe digirt.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.