Îro pênşemê 24.11.2022’an de, şandeke Şepêla Azadî ya Kurdistanî bi serokatiya birêz Siyamend Haco serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û bi beşdarbûna Cîgirê Serokê Şepêlê Tariq Xêrikî û endamê desteya serkirdayetiyê birêz Barzan Îsa,serdana baregeha nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Piştî şande ji aliyê rayedar û endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.
Rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî hate gotûbêjkirin.
Her wiha pêşhatên dawî yên li herêmê ji ber van şert û mercên hestiyar gotûbêj kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah