Şandeke Nûnertiya Herêma kurdistanê hevdîtinek bi ber pirsê siyasî yê alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê pêk anî
Roja duşemê 16ê Gulana 2022an şandek ji komîteya pewendiyan ya Nûnertiya Herêma kurdistanê ya ENKSê bi serokatiya Dr, Kawa Ezîzî serokê Nûnertiyê û M,Barzan Mirê û M,Raman Mela û M,Fadil Delî û M,Waîl Omer pêk dihat..
Hevdîtinek bi Rêkardo Rodrêkiz berpirsê siyasî yê alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê li bargeha UNHCR li Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê pêk anî …
Û herwiha ev şanda ENKSê ji aliyê ” Rêkardo Rodrêkiz ” ve hatin pêşwazîkirin..
Û di vê hevdîtinê de babet û mijarên girêdayî bi rewşa siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û rewşa kurdistana Sûriyê û pêşhateyan herî dawî hat gengeşkirin..
Û herwiha di heman hevdîtinê de behsa pirsgirêkên sereke yên paneberên kurdistana Sûriyê yên li Herêma kurdistanê dimînin kirin..
Û ji aliyê xwe ve Rêkardo careke din spasiya şanda ENKSê kir û amadebûna xwe ji bo alîkariyê û berdewamiya hevdîtinan bi vî rengî di rojên pêşde kir…
Ragihandina ENKSê
Qamişlo…Hêvî Delî